23 Şubat 2016 Salı

Xaltîka Zînê

Yazan: Dilara K. Tüfekçioğlu
Çeviren:
Ronayi Önen

2005

Çiğdem Yerlikaya, 2005, Stüdyo Drama
Cîraneke me hebû, hevala diya min, pirîcar dihate mala me bi dayika min re diaxivî. Jinek Kurd ji Xarpêtê, Xaltîka Zînê, li cem jin û mêrekî xwedî sê zarok dixebitî. Dê û bavê mêrik jî bi wan re dijîyan. Jineke xwîngerm û gelekî jêhatî bû. Xwarinên nuwaze çedikir. Xalîçe radiçand, tejik radiçand. Xanî dikir weke kulîlkekê. Çûna mala wan bi mevantî pir xweş bû; her dem bêhna misk û ambere ji dihat, min qet nedixwest ez biçim mala xwe, diya min dihat az bi zorê dibirim malê.
Hemû wê xwedî dikir, şev û roj bê rawestan kar dikir. Kî bû çi kes bû, min qet nizanîbû, gelo mala wê, warê wê, malbata wê tunebû? Bi tena sere xwe liv an deran dixebitî. Pişt re ez hînî çiroka wê ya rastî bûm. Hîn temenê wê pazdeh sal bûye, ew dane pismamê wê. Lê di du-sê salên pêşîn de mêrê wê can dide. Tu zarokên wan çenebûne. Li dû mêrê xwe bê xwedî dimîne jina reben. Ji ber vê yeke nexwestine jinikê vegerînin mala wê, ew bi birayê merik re zewicandine. Xaltîka Zînê deh salan tiyê xwe mezin kiriye û gava temenê wî bûye hîjdeh, bûne jin û mêrên hev. Lê mixabin xwedê tu zarok nedaye wan. Hindê mêrê wê jinek ciwan aniye malê ango hewî hatiye ser. Dîsa hemû kare malê Xaltîka Zînê dike. Gava ku qala wê deme dikir, digot tu kar ji deste wê nedihat û her wiha gelek girêjok bû. Hikmeta xwedê ye tu zarokên hewîyê jî çenabe; mêrîk wê şûndê dişîne. Paşê dixwaze dîsa bizewice. Ta kot ê ji jina xwe re dibêje; Binêre, bi malbata me de ez lawekî çik û tene me, divê kurekî min hebe. Alîkarîya min bike ez bizewicim an na wê dawiya malbata min were. Bi ser ve yeke Xaltîka Zînê biryar dide ku vî karî bi sere xwe bimeşîne. Dixwaze mêrê xwe ji dêvla yeka xerîb bi yeka nas re bizewicîne. Keça xwişka xwe dike hewiya xwe. Ji aliyekî gotiğe xêr e, ji berk o çavekî xwarziya wê kwîr bûye, ango nikarîbû tu mêr ji xwe re bidîta; belê gelek zarokên wê keça kwîr û mêrê wê çêbûne. Paşê jî tukesan li rûyê Xaltîka Zînê nenêriye. Keça xwişka wê bûye xanima malê û Zinê jî navmalî. Min wiha didît û wiha dizanî. Piştî salan ez hîn bûm ku Xaltîka Zînê jina cîranê me, jina Apê Mihemed a yeken e û mehra wî ya fermî jî li ser Xaltîka Zînê ye. 
.............
Bu öykü-oyunu, Kadınlar Sahnesi Öyküm Yok içinde Kürtçe olarak ilk kez 2005 yılında oynadı. 

Zele'nin hikayesi her ne kadar bir Türk filmine benzese de oradan alınmamıştır, gerçek bir öyküdür. Anlatan kişiyi Kadınlar Sahnesi olarak beraberce dinledikten sonra ben bazı bilgileri değiştirerek yukarıdaki öyküyü yazmıştım. Bu öyküdeki kadın hiç Türkçe bilmiyordu.  Bu gerçeklikten hareketle oyunu Kürtçe oynamak istedik. Bir arkadaş Kürtçeye çevirmiş ve yine Kürtçe bilen başka bir arkadaş  da oynamıştı. (2005-2006)

Türkçesi için bkz. 
http://babillkulesi.blogspot.com.tr/2016/02/zele.html
Yazardan izin almadan hiç bir yerde yayımlanamaz, alıntılanamaz, çoğaltılamaz  ve sergilenemez.

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder